Li nêzîka mizgefteke Siudiyê teqîn

Teqînek li nêzîka mizgefteke bajarê Qetîf ya rojhilatê Erebistana Siudiyê rû ds. Heta niha ti amareke fermî derbarê wê teqînê de nehatine belavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Teqînek li nêzîka mizgefteke bajarê Qetîf ya rojhilatê Erebistana Siudiyê rû ds. Heta niha ti amareke fermî derbarê wê teqînê de nehatine belavkirin.

Hat ragihand ku, li Siudiyê xwekujekî destpêkê xwastiye xwe di nava mizgeftê di nava kesên nimêjê de xwe biteqîne, lê nikariye, piştre xwe nêzîkî mizgeftê xwe teqandiye.

Bajarê Qetîf dikeve rojhilatê Erebistana Siudiyê û piraniya xelkên wê jî Şîe ne.

Di 3 Çileya îsal de, hikûmeta Siudiyê Rêberê Şîeyan yê wî bajarî Şêx Nemir Baqir Nemir bi tuhmeta terorê bidarve kir.