Rûsya: Rejîma Sûriyê amade ye danûstandin destpê bikin

Heta niha demek nû bo destpêkirina danûstandinan nehatiye destnîşan kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê radighîne ku, rejîma Sûriyê amade ye careke din dest bi danûstandinan li gel opozîsyona wî welatî bike.

Derbarê vê mijarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxail Bogdanov di daxuyaniyekê de tekez kir ku, rejîma Sûriyê amade ye ku, şandekî bo Cenêvê bişîne û danûstandinan li gel opozîsyonê bike.

Bogdanov da zanîn ku, welatê wî rije li ser destpêkirina danûstandinan bi zûtrîn dem di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî, daku, şerê li Sûriyê bidawî were.

Di 27ê Nîsana borî gera siyem a danûstandinên Cenêv3 di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî bê encam bi dawî hatin.

Heta niha demek nû bo destpêkirina danûstandinan nehatiye destnîşan kirin.