Di cejnê de herî zêde şirînahî tê frotin
K24-Navenda Nûçeyan
Meha Remezanê bi dawî hat. Bazar û kolan niha ji bo cejna Remezanê hatin amadekarin. Li cejnê ji ber ku herî zêde şîranî tê xwarin, niha barê herî giran li ser milê şîranîfiroşan e û herî zêde şîranîfiroş mesayiyê dikin.
Li Agiriya bakurê Kurdisanê şêranîkar ev çend rojin lez dane xebatên xwe yên çêkirina şêrînahiyan. Şîranîfiroşji bo ku karibin wan sparîşêneydê ku hatine xwestin, bigihijînin kar û barên xwe di nava lezûbeziyekê de dimeşînin.
Hosteyên şîraniyê amaje bi wê yekê dikin ku Cejna Remezanê herî zêde şîranî tê xwarin û karê wan jî herî zêde di vê heyamê de baş dibe. Hosteyên şîraniyê dibêjin ku gelek sparîşên wan hene û heta ku ji destê wan tê, ew ê hemû sparîşên xwe bigihijînin roja eydê.
Derbarê vê yekê Şîranîfiroş Yusuf Înal wiha got:"Şîraniya me qalîteya wê diyar e. Guza wê be, fîstoqê wê be, em her tiştê wê yek û yek çêdikin. Karê me gelekî zêdeye. Em saet li 8ê serê sibehê tên heta roja din saet 10an li vir dixebitin bo miletê me. Karê me giran e."
Çêkirina wê û hata firotina şîraniyên eydêdi gelek merhaleyan dederbas dibe û digihêje ber destê welatiyan. Hosteyên ku şîraniyê çêdikin dibêjin ku ji bo wan tiştê herî giring paqijiye û li gorî wê jî karê xwe dikin.
Ji aliyê xwe Şîranîfiroş Mehmet Burhan wiha axifî:
"Xebatên me yên Cejna Remezanê hindek zêde bûne. Ya ku destê me tê em dikin. Armanca me ew e ku em ji bo welatiyên xwe şîraniyên paqij û xweş derxin. Em hêvî dikin ku dê gel jî ji me razî be."
Şîranîfiroş dibêjin ku berî Remazan û eydê karê wan gelek kêm bû, lê niha ji ber eydê rojane 150 -160 tepsikên şîraniyê çêdikin û wan daxwazên welatiyan bi cîh tînin. Herwiha şêranîfiroş hêvî dikin ku piştî eydê jî karê wan baş derbas bibe.