Niştecihên Herbecînê cejnê pîroz nakin
K24-Amed
Xelkê bakurê Kurdistanê ji ber şer û aloziyan îsal bi dilgermî Cejna Remezanê pîroz nakin. Li gundê Herbecînê yê ser bi navçeya Sûr a Diyarbekirê ve di 12ê gulana 2016an de di encama teqandina 15 ton teqemenî de 16 kesên sivîl canê xwe ji dest dabûn. Li wî gundî jî li şûna şahiya cejnê şîna cangoriyan heye.
Gundê Herbecînê 20 Kîlometreyan ji navenda bajarê Diyarbekirê dûr e. Xelkê wê debara xwe bi ajalvanî û cotkariyê dike. Niştehên vir hemû xizmên hev in. Bi salan e ku jiyan li vir asayî bû. Lêbelê ji şeva 12ê Gulana 2016an ve jiyana xelkê vir serobino bû. Balhigireke ya PKKê ku ji 15 tonan zêdetir teqemenî lê barkirî di nava 16 kesan de hate teqandin û wan bi awayeke fecî canê xwe ji dest dan. 38 zarok sêwî, 8 dayik jî bi man. Ji ber vê xema giran, îsal ti weteya Cejna Remezanê li vir nîn e. Hemû cangorî jî eqrebeyên Muxtarê Gund Bayram Yaman bûn. Yaman, dibêje bi kuştina her 16 kesan PKKê zilm û neheqî li wan kiriye û her roj çavên wî li zarokên êtim dikeve û birîna dilê wî nacebire.
Derbarê vê mijarê Muxtarê Gundê Herbecînê Bayram Yaman wiha got:"Ji xwe ji me re îd tine ye. Ma ez ê roja îdê li hêstirên çavên jinan binêrim, an jî ez ê li zarokan binêrim. Îd ji me re nîn e. Em ê tenê li mala taziyan bin û herin ser gorîstana cangoriyên xwe."
Ne cil û bergên xweşik ne jî fêkiyê cejnê kêfa zarokên sêwî xweş dike. Di temenê piçûk de bavê xwe dane axa sar. Zarok bi dayîk û mamên xwe re serdana gorên bavên xwe dikin. Her 16 cangorî li kêleka hevdu hatine veşartin. Li ser gorîstanê ji rihê cangoriyan re Qur-an-a Hekîm dixwînin û bi dilekî pak dua dikin. Hêstirên çavan ji kûrahiya dil tên û diherikin ser axa sar. Li nava gund jî bêdengî heye, ti kes behsa xweşî û şahiya cejnê nake. Weke zarokan birîna dilê dayîkan jî kûr e.
"De qurban ka em ê çawa îdê derbas bikin. Em ê herin malên cangoriyan û ji wan re fatihayekê bixwînin û hew. Dileke rihet nîn e. "
Dayîk dibêjin heta ji wan tê ew li ber çavên zarokên xwe nagrîn da ku zarokên sêwî zêdetir ji tinebûna bavên xwe tesîr nebînin û piştgiriyê ji dayikan bistînin. Zarok jî dibêjin heger bavên wan nehatibûna kuştin dê bi hev re ji bazarê ji bo cejnê cil û berg bistandina, lêbelê ew cilûbergên nû dê li xwe nekin û cejnê pîroz nekin.