Wezêrê Navxwe yê Iraqê dest ji kar vedikişîne

piştî civîna ligel Balyozê Amerîkî, Wezîrê Navxwe yê Iraqê dest ji kar vekişand.

K24 – Navenda Nûçeyan

piştî civîna ligel Balyozê Amerîkî, Wezîrê Navxwe yê Iraqê dest ji kar vekişand.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Mihemed Salim Xuban, îro pêşwazî li Balyozê Amerîkayê Stuart Jones kir û piştî civîna di navbera wan de, Salim Xuban nameya destvekişandinê ji Serokê Hikûmeta Iraqê re pêşkêş kir.

Dest ji karvekişandina Wezîrê Navxwe yê Iraqê tê, piştî ku li navçeya Kerade ya Bexdayê teqînek çê bûbû, ku di encamê de bêhtir ji 200 welatiyên sivîl canê xwe jidest dabûn.