Rêjîma Sûriyê agirbestekê li tevahiya Sûriyê radigihîne

Rêjîma Sûriyê agirbesteke demkî 72 demjimêran li hemû bajarên Sûriyê radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Rêjîma Sûriyê agirbesteke demkî 72 demjimêran li hemû bajarên Sûriyê radigihîne.

Serokê Sûriyê Beşar Esed, îro di merasîma nimêja cejnê de beşdar bû û piştre di daxuyaniyekê de hikûmeta Şamê biryara agirbestekê da ku, li tevahiya Sûriyê 72 demjimêran berxwe dide.

Li gor wê agirbestê, ku îro dest pê dike û heta roja 8 Tîrmehê berxwe dide û di dema 72 demjimêran ti tevgereke leşkerî nake.

Her di wê daxuyaniyê de hat jî, di agirbesta hêzên rêjîma Sûriyê de mafê wê heye, bergîriya xwe bike, heger çi êrîşek li ser wan hate kirin.