Tirkiye sînorê xwe bi Sûriyê re dike dîwar

Sînorê hevbeş yê di navbera Tirkiye û Sûriyê de, dê bibe dîwarê konkrît, ku Tirkiye hewl dide berbestekê di navbera xwe û grûpên tundrew û DAIŞê DE ava bike. Teqîna firokexaneya Ataturk jî yek ji sedemên sereke bûn ji bo avakirina vî dîwarî, ew jî bi mebesta girêdana hatûçûnê li ser sînoran.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4a896436-fb48-438b-8e01-829de9729875/Turkey%20diwar.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Sînorê hevbeş yê di navbera Tirkiye û Sûriyê de, dê bibe dîwarê konkrît, ku Tirkiye hewl dide berbestekê di navbera xwe û grûpên tundrew û DAIŞê DE ava bike. Teqîna firokexaneya Ataturk jî yek ji sedemên sereke bûn ji bo avakirina vî dîwarî, ew jî bi mebesta girêdana hatûçûnê li ser sînoran.

Ajansa “Associated Press” hejmarek ji belgeyan belav kirin, derbarê derbasbûna çekdarên biyanî ji  bo Sûriyê, hate diyar kirin ku, 25-40 ji sedî ji tevahiya çekdaran bi rêya Tirkiyê derbas bûne, ew jî di navbera salên 2011-2014 de.

Di demekê de Tirkiyê sînorên xwe hember nêzîkî 2.7 milyon penaberên Sûrî vekirin, lê ev yek derbasbûna çekdarên tundrew hesan kir.

Hikûmeta Tirkiyê tometa ku ew çekdarên tundrew derbasî Sûriyê dikir, red kir û got ku, wan hejmarek ji çekdaran girt û vegerandin welatên wan. Hijmarên Wezareta Derve ye Tiyrkiyê jî diyar dikin, ku nîzîkî 3 hezar û 250 çekdarên biyanî di navbera salên 2011-2016 de hatin derxistin.

Tirkî hewl dide sînorên xwe kontrol bike, piştî avakirina vî dîwarî dê 1/3 ji sînor di navbera herdu welatan de. Hêzên Tirkî jî niha rê li ber Sûriyên ji welatê xwe direvin, digire û wan derbas nakin.