Pakêta reforma aboriyê wek mizgîniyekê hat pêşwazîkirin

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji bo veberhênan pakêta reformê ya aboriyê ragihand. Pakêta ku ji bo Cejna Remezanê hate ragihandin ji aliyê veberhênan ve û ji aliyê karsazan ve di heman demê de ji aliyê cotkaran ve jî wek mizgîniyekê hate pêşwazîkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9baa6309-51dd-4d4d-93b6-3be01de3623b/PaketaReformeYaAboriye.ism/manifest

K24 – Enqere

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji bo veberhênan pakêta reformê ya aboriyê ragihand. Pakêta ku ji bo Cejna Remezanê hate ragihandin ji aliyê veberhênan ve û ji aliyê karsazan ve di heman demê de ji aliyê cotkaran ve jî wek mizgîniyekê hate pêşwazîkirin.

Beriya Cejna Remezanê Pakêta Reformê ya Aborî û Bacê rê li ber kelecanekê vekir. Di serî de baca mohrê ku di her tiştî de dihate sitandin wê tenê carekê bê standin. Ji bo wan veberhênanên di warê teklonolijê de jî yasa bêne sivikirin.

Herwiha li gorî pakêta nû êdî vekirin û asêkirina dikanan jî hêsantir dibe. Ligel vê yekê ji bo veberhênanên biyanî jî gaveke erênî hate avêtin. Li gorî vê sererastkirina nû dê ew dam û dezgeh an jî karsazên biyanî ku dixwazin li Tirkiyê veberhênanên xwe bikin, dê ji wan bac neyê standin. Dîsa ji wan avahiyên çandiniya bêjî ku di çarçoveya teşwîqê de hatine damezrandin, wê 5 salan bac nayê standin û ji wan erdên ku bi heman mebestê hatine standin jî wê baca emlaqê neyê wergirtin.

Li Tirkiyê gelek kes hene ku ji ber deynê xwe yên bacê di rewşeke gelekî tengav de ne. Yan dikanên xwe asê dikin, yan jî ji ber deynên xwe têne girtin. Li gorî pakêta nû wê deynê wan kesan jî were taloqkirin. Herwiha gelek kes ji wê yekê tengezarbûn ku nikaribûn ji derveyî Tirkiyê bi hêsanî pereyên xwe bi xwe re bînin. Niha ew kes jî edî çi welatiyên Tirkiyê çi jî biyanî, dê karibin bê tirs û hem jî ji bacê muaf pereyên xwe bi xwe re bînin û li bankan razînin. Di warê baca taybet de jî gaveke giring hate avêtin.

Li gorî vê yekê taksîvan, otaboz û dolmîş yanî ew wesayîtên ku di bazirganiyê de têne bikaranîn êdî wê ji wan jî baca taybet neyê standin. Çi gavê bixwazin beyî baca taybet wê karibin wesayîtên xwe nû bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim gotibû: "Ev biryarên wek mizgîniyê her wê berdewam bin. Her biryarên wek van biryaran û têkîldar em ê bi we re parvekin. Ev gav di warê xwenûkirinê de wek şoreşî ne."

Ji bo kesên ku bixwazin dezgehên bazirganiyê vekin jî riya kredî standinê dê were hêsankirin. Wê ji wan kesên ku temînata giran dihata xwestin, êdî neyê xwestin. Li gorî pakêta nû wê deynê bacê yê 110 hezar esnaf û zinaetkarên li Tirkiyê jî ku biqasî 140 milyon dolaran e, wê bi hevkariya TESKOM û Wezareta Bazirganiyê ve, were revîzekirin û ji bo demeke pêş bê taloqkirin.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Enqerê Salîh Bezcî jî got: "Pakêta reforma aboriyê wek şekirê eydê ye. Bi vê pakêtê Tirkiye vîtesa xwe bilind dike. Ev pakêt hem piştevaniyê dihûndirîne, hem jî li gorî pêdiviya wan kesên ku dixwazin veberhênan bikin hatiye amadekirin."

Ew pergal ya teşwîqên veberhênan di vê çarçoveyê de tê nûkirin. Bi saya wan teşwîqên herêmî ku di serî bakur û rojhilatê Tirkiyê tê, 650 hezar cih û warên îstihdamê pêk hatine. Niha bi pakêta nû wê veberhênanên di warê teknoljiyê de ku di asta navîn de ne, di çarçoveya herêmên çaremîn ya teşwîqan de bêne nirxandin.

Herwiha rûdaneke din ya balkêş ku di nava pakêta reformê ya aboriyê de jî cih digire pergala piştevaniyê ya li ser esasên projeyan e. Ger kesek bixwaze febrîqeya tekstîlê veke, yan jî çend projeyên wî li ser nûvedanan yanî payidînan hebin, li ser navê her projeyekê dê karibe krêdiya teşwîqê wergire. Dîsa heta niha bi tenê 35 hezar dolar ji bo wan kesên ku dam û dezgehên wan li rastî tofaneke xwezayî hatine, yan jî ji ber terorê zirar dîtine dihate dayîn. Lê niha bi pakêta nû ev reqam derkete 110 hezar dolaran.

Serokwezîr Bînalî Yildirim li ser pakêta reformê ya bo bakurê Kurdistanê jî diyar kir ku, ew hîn nehatiye ragihandin, wezaret li ser wê pakêtê karê xwe berdewam dikin di demeke nêzîk te wê ew pakêt jî bê ragihandin.