Çêroka Keçeke Misilman li Japonyayê

K24 – Navneda Nûçeyan
keçek Japonî bi navê Resa Mizuno di nava girseya xelkê li Tokyoyê bi serpêça xwe tê cudakirin.
Japonya ji wan welatên ku mirov bi dijwarî misilmanekî li nava kolanan peyda bike, ku piraniya gelên wê wek endamên ola Şinto an Budîst, an jî kesên bê ol tên hêjmartin.
Mizuno di meha Mijdarê de ji aliyê desgirtyê xwe ve derbasî ola Misilmatiyê bûye, lê belê ji ber ku Mizuno hez nedikir tenê ji bo zewacê derbasî ola mIsilmanyiyê bibe
nêzî çar salan liser ola Misilmantyê xwendin û perwerde dîtiye û piştî şeş mehan jî serpêç girêdaye.
Mizuno dibêje: “Di nava îstasyona trênê dengê xelkê dihête min û ji hev dipirsinm gelo ev Japonî ye, yan jî biyanî ye.”
Îsal jî yekem sal e ku, Mizuno bi rojî dimîne ku dinava rojê de jî li rêkxistnekê ji bo avakirina dibistanan kar dike.
Herwiha Mizuno berdewam beşdarî nimêjê li mizgeftan dibe û agahiyên xwe li ser Îslamê û pabendbûna wê bi rojiyê zêdetir kiriye
komeleya Îslamî li Japonayê texmîn dike ku, hejmara Misilmanan li wî welatî nêzîkî 100 hezar be.