7 polîsên Tirkiyê di bûyereke hatinûçûndê de birîndar bûn

Polîsên birîndar bi mebesta dermankirinê rakirin, nexweşxaneyên Colemêrgê.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê, otombêleke zirxpoş ya hêzên ewlekariya Tirkiyê qelibî. Di encamê de 7 polîs birîndar bûn.

Otombêla zirxpoş ya polîsên operasyonên taybet, li ser rêya Wan û Colemêrgê li devera ji ber sedemê nayê zanîn teqle avêt.

Li gorî agahiyên destpêkê, di rûdanê de 7 polîs birîndar bûn. Polîsên birîndar bo dermankirinê rakirin, nexweşxaneyên Colemêrgê.