PKK wêneyên 3ê girtiyên Artêşa Tirkiyê li cem xwe belav kir

Artêşa Tirkiyê, heta niha behsa wan leşkerên girtî ne kirine û ti daxuyanî jî derbarê girtina wan ne dan e.

K24-Navenda Nûçeyan

Sê leşkerên Artêşa Tirkiyê di şerê di navbera wan û girîlayên PKKê de ketina destê gerîlan de.

Derbarê girtina wan Malpera Firatnewsê, ku nêzîkî PKKê ye, îro, dîmenên hevpeyvîna bi 3 leşkerên Tirkiyê re belav kir ku di şer de bi dîl ketine destê gerîlayên PKKê.

Li gorî malperê, PKKê ji ber cejna Remezanê destûr daye wan serbazan ku peyamên pîrozbahiyê ji malbatên xwe re bişînin û ji wan re bêjin ku ew sax û baş in.

Ji axaftinên wan serbazan tê famkirin ku ew her sê serbaz, par li Kurdistana Bakûr ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatine girtin.

Artêşa Tirkiyê, ne rayedarên hikûmetê û ne jî medyaya wî welatî behsa wan leşkerên girtî kirine û ti daxuyanî nedan e.