Bo parastina Tirkiyê Erdogan dixwaze NATO çalaktir be

Serokomarê Tirkiyê bo beşdarî lûtkeya NATOyê Serokên Dewlet û Hikûmetan bibe çû Polonyayê. Erdogan beriya çûna xwe ya bo Polonya bersiv da pirsên rojnamegeran û got: "Em dixwazin NATO, bo parastina ewlehiya Tirkiyê çalaktir be." Daxuyaniya Erdogan wek daxwaza piştgiriyeke di warê leşkerî, lojîstîk, siyasî û aborî de hate nirxandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/891dc61f-18d7-4641-bba3-9160a0cf7738/twrkyawnato.ism/manifest

K24 – Enqere

Serokomarê Tirkiyê bo beşdarî lûtkeya NATOyê Serokên Dewlet û Hikûmetan bibe çû Polonyayê. Erdogan beriya çûna xwe ya bo Polonya bersiv da pirsên rojnamegeran û got: "Em dixwazin NATO, bo parastina ewlehiya Tirkiyê çalaktir be." Daxuyaniya Erdogan wek daxwaza piştgiriyeke di warê leşkerî, lojîstîk, siyasî û aborî de hate nirxandin.

Serokomar Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bo beşdarî Lûtkeya Ewlehiyê ya NATOyê bibe, çû paytexta Polonya Warşovayê. Erdogan beriya çûna xwe gefa terorî ya navneteweyî bi bîr xist û bangî NATOyê kir ku giringiyê bide têkoşîna li hember terorê.

Erdogan bal kişand li ser şerê navxweyî yê li Sûriyê û bandora wê ya li ser Tirkiyê û ji NATOyê daxwaza zêdekirin piştgiriyê bo Tirkiyê kir û got: "Em li bendê ne, NATO derbarê wan gefan de zêdetir çalak be ku bandorê li Tirkiyê dike. Ev şeş sal in şerê li Sûriyê berdewam e û hindik maye Sûriye ji nexşeyê biçe. Em nikarin çavên xwe ji vê re bigrin. Li welatê me zêdetirî 3 mîlyon penaberan hene û heta niha me nêzî 20 mîlyar dolar ji bo wan terxan kiriye."

Tê çaverêkirin ku, Tirkiye di lûtkeyê de hevdîtinên dualî pêk bînin û vê daxwaza xwe ji dewletên endamên NATOyê dûbare bike. Gelo Tirkiye ji NATO û dewletên endamên wê daxwaza piştgiriyeke çawa dike? Pisporê siyasetê û Akademisyen Bilal Sambur dibêje Tirkiye dixwaze wê peyamê bide NATOyê ku gefa DAIŞê li welatê wan zêdetir dibe û di şerê li Sûriyê û Iraqê de, li hemberî rola Îran û Rûsyayê, rola Tirkiyê bi piştevaniya NATOyê were zêdekirin.

Pisporê Siyasetê Akademisyen Bilal Sambur di vê derbarê de ji K24ê re got: "Tirkiye dixwaze rola xwe ya di çareserkirina aloziya li Iraq û Sûriyê zêdetir bike. Ji lewra dixwaze NATO, di warê leşkerî, siyasî, lojîstîk û aborî de, piştgiriyê bide Tirkiyê ku li hemberî hêz û rola Îran û Rûsyayê ya li herêmê, rola Tirkiye xurtir bibe."

Lûtkeya Ewlehiyê ya NATOyê di 8ê Tirmehê de dest pê dike û di 9ê Tirmehê de bi dawî dibe. Di Lûtkeya de 28 serokên dewlet û hikûmetan beşdar dibe. Tê çaverêkirin di lûtkeyê de biryara xurtkirina têkoşîna li hember DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê were girtin û ji bo wan hêzên li hemberî DAIŞê şer dikin piştgirî were zêdetirkirin. Herwiha beriya destpêka lûtkeyê Serokwezîra Almanya Angela Merkel ji NATOyê daxwaz kir ku piştgirya bo pêşmergeyan were zêdekirin.