Serokatiya Herêmê: Terorist dijminê xwedê û mirovahiyê ne

Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîn û êrîşa teroristî ya navçeya Beled ya rojavayê Bexdayê şermezar kir, ku ji ber wê teqîna ku lê nêzîkî Mezara Seyd Mihemed kurê Îmam Hadî rû daye, bi dehan welatî bûn qurbanî.

K24 – Hewlêr

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê serxweşiya malbatên qurbaniyên teqîna Beledê kir û êrîşkirina li ser cihên pîrozşermezar kir û terrorist bi dijminê xwedê û mirovahiyê binav kir.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir jî, ku terrorist dijminê hevbeş yê hemû pêkhateyên olî û netewî in, Kurdistan yek ji nava wan qurbaniyan e, ji ber wê hevxemiyê bi hemû qurbaniyên terorê li Iraqê dixwe û bi hemû karînên xwe li dijî teroristan şer dike.

Îro danê sibê di encama êrîşeke teroristî li ser Mezara Seyid Mihemed kurê Îmamê Hadî li navçeya Beled ya rojavayê Bexdayê de, bi dehan kes canê xwe jidest dan û hejmarek din jî birîndar bûbûn.