Li Minbicê şervan cejna xwe li eniyên şer dikin
K24-Navenda Nûçeyan
Şervanên Encumena Leşkerî ya bajarokê Minbicê cejna xwe ya remezana pîroz li eniya şer yê Minbic kirin, şervan diyar dikin ku. cejna wan wê di kontrolkirina Minbicê de be, û dixwazin ku xelkên bajêr ji bin desthilata DAIŞê derxînin.
Derbarê vê yekê şervanek bi navê Berxwedan ji K24ê re wiha got: "Ez dixwazim cejna xwe di nav malbata xwe û kesûkarên xwe de bikim, lê ez şervanim û rewşa ser nehişt ku em di nav malbatên xwe de cejnê bikin. û spas ji xwedê re."
Herwiha şervaneke din bi navê Fewaz Hesen drebarê cejnê wiha ji K24ê re axifî: "Em cejna gelê minbic pîroz dikin û em cejnê bi gelê bajêr re bikin, em jî dixwazin li malên xwe cejna xwe bikin lê rizgarkirina miletê Minbicê giringtire."
Ji aliyê xwe ve jî şervanê bi navê Ceger Cizîrê wiha got: Di destpêkê de cejna we pîroz be, emê cejna xwe li Minbicê bikin û emê bihêlin miletê wê di aştiyê de bijî, niha me nîvê bajêr kontrolkiriye.
Operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê di 1ê meha borî de destpê kir û heta niha jî berdewam e.