Yekemîn firokeya geştyaran a Rûsiyayê giheşte Tirkiyê

Berî niha Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan derbarê ketina firokeya Rûsyayê lêborîn ji wî welatî xwestbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî vegerandina pêwendiyên di navbera her du welatan de, yekemîn firokeya geştyarên Rûsyayê giheşte Tirkiyê.

Derbarê vê babetê ajansa Tas a Rûsî di daxuyaniyekê de  ragehand ku, kompaniya Rûsya ya firînê ku, yek ji grûpa Eyrfilote hemû destûrên pêwîst bo destpêkirina geştên esmanî bo Tirkiyê wergirtine.

Ji aliyê xwe ve kenala CBC di nûçeyekî lezgîn de ragehand ku, piştî bi dawîbûna kirîza di navbera her du welatan de yekemîn firokeya geştyarî ya Rûsyayê giheşte Tirkiyê.

Berî niha Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan derbarê ketina firokeya Rûsyayê lêborîn ji wî welatî xwestbû.