Diyarbekir: Welatîbûyîna penaberên Sûrî wek kartekê bikar tê

Li Tirkiyeyê dora 3 milyon penaberên Sûrî dijîn. Dema ku behsa bimilyonan penaberan bibe, rê û rêbazên çareseriya wan dibe pirgirêkeke mezin. Rayedarên Tirkiyê ragihandin ku, dê welatîbûyîn bidin penaberê Sûrî. Siyasetmdarên Kurd bertekên nerazîbûnê nîşandidin û dibêjin, Rayedarên Hikûmetê û Tirkiyê; penaberan wek kartekî li gor berjewendiyên xwe, him di siyaseta navxweyî him jî ya navdewletî de bikar tîne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0e84cab9-4959-484e-99b4-e9f52baed299/WelatibuyinaPenaberenLiTirkiyeye.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiyeyê dora 3 milyon penaberên Sûrî dijîn. Dema ku behsa bimilyonan penaberan bibe, rê û rêbazên çareseriya wan dibe pirgirêkeke mezin. Rayedarên Tirkiyê ragihandin ku, dê welatîbûyîn bidin penaberê Sûrî. Siyasetmdarên Kurd bertekên nerazîbûnê nîşandidin û dibêjin, Rayedarên Hikûmetê û Tirkiyê; penaberan wek kartekî li gor berjewendiyên xwe, him di siyaseta navxweyî him jî ya navdewletî de bikar tîne.

Akademisyenê zaningeha Dîcleyê, Hûqûqnas û çavderê siyasî Vehab Coskûn ji K24ê re ragihand ku, ew welatîbûyîna penaberan wek metirsiyekê nabîne û bal kişand ku, destûra Tirkiyê jixwe niha rê nade ku, hemû penaberên Sûrî  bibin welatiyê Tirkiyeyê.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) yê Diyarbekirê Racî Bîlîcî jî, dazanîn ku ev biryara hikûmetê, di bibe egera nakokiyên mezin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Bîlîcî, ragihand ku, Tirkiyê ti krîterekî mafên penaberan li ber çav nagire û welatî dayîna penaberên Sûrî jî bi hesavên siyasî dike.

Di anketên ku heta niha li Tirkiyê hatine kirin de, ji sedî 83 welatiyên Tirkiyê naxwazin ku welatibûyîn bo penaberên Sûrî bê dayîn. Pispor û lêkolînerên civakî jî dibêjin, ew qas nerazîbûn dive ku bibe egera tundrewiyan di navbera penaber û welatiyên Tirkiyê de. Lê Rayedarên Tirkiyê jî dibêjiin dê tenê kesên ku piporiya wan hebe bigrin welatîbûne.