YNK û Tevgera Goran bi awayekî cuda diçin Bexdayê

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê ligel fraksiyonên xwe dicivin û biryar e gava vegerin Bexdayê, wek fraksiyoke yekgirtî kar bikin. Berî demekê civîna Pîlotbîroya YNKê li gel fraksiyona parlementerênli Bexdayê dest pê kir û armanca vê civînê ew e, bo ligel fraksiyona Tevgera Goranê li Bexdayê bi hev re karê hevbeş bikin, herwiha bo mebestê jî Tevgera Goranê bi fraksiyona xwe re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê ligel fraksiyonên xwe dicivin û biryar e gava vegerin Bexdayê, wek fraksiyoke yekgirtî kar bikin. Berî demekê civîna Pîlotbîroya YNKê li gel fraksiyona parlementerên li Bexdayê dest pê kir û armanca vê civînê  ew e, bo ligel fraksiyona Tevgera Goranê li Bexdayê bi hev re karê hevbeş bikin, herwiha bo wê mebestê jî Tevgera Goranê bi fraksiyona xwe re dicive.

Biryar e, fraksiyona parlementerên herdu partiyên hevpeyman, roja 12 Tîrmehê vegerin Bexdayê û berî vegerê derbarê karên hevbeş, fraksiyona nû ya hevbeş ragihînin. Bo wê mebestê jî peyrewa navxwe bo karê wê hevpeymaniyê binivîsin.

Biryar e, îro demjimêr 17:00 herdu fraksiyonên YNKê û Tevgera Goranê di Parlementoya Iraqê de, civîneke hevbeş bi desteya, ku peyrew û karê hevbeş yên di navbera wan de binivîsin re bikin.

Ev hevahengiya herdu partiyan di demekê de ye, ku berî demekê şandeke hevbeş ya herdu fraksiyonan di Parlementoya Iraqê de serdana Bexdayê kirin û wek amadekariyekê bo karê dahatû ya herdu fraksiyonan, ligel berpirsên Bexdayê û partiyên siyasî yên Iraqê civiyabûn.

Ev hevahendiya YNKê û Tevgera Goranê li ser asta Bexdayê, wek pêngava perçekirina rêza Kurdan li Bexdayê tê binavkirin, ku ji sala 2003an de wek yekem car Kurd bi fraksiyona cuda û perçekirî diçine Bexdayê û ligel hêzên Iraqê dicivin.

Herwiha ev hevahengiya di navbera herdu partiyan de, piştî rêkeftina 17 Gulana borî tê, yekgirtina firaksiyona parlemeteran li Herêma Kurdistanê, Iraq û Encûmena Parêzhehan tekez bûye.  Di Parlementoya Iraqê de, YNKê xwediyê 20 kursiyan e, Tevgera Goranê jî xwediyê 9 kursiyan e, bi yekgirtina wan dibine xwediyê 30 kursiyan. Bi ve yekê jî rêjeya wan ji ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) zêdetir dibe.