Piştî rêkeftina bi Rûsyayê re hejmara geştiyaran zêde bûye

Geştyariya Tirkiyê ya ku ji ber krîza Rusyayê û êrîşên xwekujî derbeyek mezin dîtiye ,bi hatina cejna Remezanê û lihevhatina li gel Rûsyayê, hinekî bi ser xwe ve hat. piraniya bajarên geştyariyê bi geştyaran tejî bûne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d5346e8a-d53b-4487-b195-36117130bd49/GeshtyariyaTirkiya.ism/manifest

K24 – Stanbol  

Geştyariya Tirkiyê ya ku ji ber krîza Rusyayê û êrîşên xwekujî derbeyek mezin dîtiye ,bi hatina cejna Remezanê û lihevhatina li gel Rûsyayê, hinekî bi ser xwe ve hat. piraniya bajarên geştyariyê bi geştyaran tejî bûne.

Li Tirkiyê di saleka borî de  bi taybetî li Stenbolê û li gelek bajarên dî yên Tirkiyê êrîşên xwekujî çê bûn. Herwiha ji ber krîza di navbera Rûsya û Tirkiyê de jî, sektora geştyariyê derbeyeke mezin dît. Lê bi hatina cejna Remezanê û lihevhatina ligel Rûsyayê sektorên geştyarîya Tirkiyê du cejnan bi hev re dijî.

Ji ber zêdehatina geştyarên bîyanî û Tirk,  gelek bajarên geştyariya Tirkiyê  tije bûne. Otel tije bûn, cihê vale li peravan nema. Herwiha hinek otelan muşterî kirin balkonên xwe de jî. ji ber nebûna otelan gelek kes bi şevê li mizgeft û peravan man. Cihê ku herî zêde geştyar kişandine, bo navçeya Balikesîrê Edremît. Ji ber zêdehatina geştyaran polîs hatin bo  gundê Akçay qedexe kir. Polîsên ku  li ser rêya gund sekinîn berê wan geştyarên dihatin wê derê, dan cihên cuda. da ku qerebalix çê nebe.

Her wiha ji ber zêdebûna mirovan li gundê Avşa yê ku girêdayî Balikesîrê jî, xwarin û vexwarin kêm bûn. Ev gundê ku hejmara niştecihên wê 2 hezar 500 e, bi hatina geştyaran gihişt 130 hezar kesan, ji ber wê li market û restoranan xwarin û vexwarin neman.

Lîser kêmbûna xwarin û vexwarinan ji bajarên cîran pêwîstiyên rojane hatin pêkanîn.

Ligel vê yekê Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev qedexeya li ser geştên charterê rakir û piştî rakirina qedexeyê grupa ewil ya geştyarên Rûsî hatin Tirkiyê.

Ev grûpa yekem ya ku nêzîkî 200 kesan ji Moskovayê hat bajarê Tirkiyê Antalyayê. Piştî saleke xerab ya geştûguzariya Tirkiyê, sektorên geştyariyê hinekê ser xwe ve hatin.