Qedexeya derketina derve bandor li sînemageriyê jî kiriye

Komek ciwanên Kurd yên ku li ser sînemageriyê dixebitin, ji ber qedexeya derketina derve, nikarin karên xwe bikin. Ciwanan dixwastin li Şirnaxê Kurtefîlmekî tomar bikin, lê belê ji ber ku ev demeke dirêje li bajêr derketin kolanan qedexe ye, nikarin fîlmê xwe tomar bikin û niha ji neçarî xebatên xwe li Sîlopî berdewam dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/97926703-eb9d-4773-ba29-2bfc66a3af8f/QedexeyaDerketinaKolananUSinemageri.ism/manifest

K24 – Silopî

Komek ciwanên Kurd yên ku li ser sînemageriyê dixebitin, ji ber qedexeya derketina derve, nikarin karên xwe bikin. Ciwanan dixwastin li Şirnaxê Kurtefîlmekî tomar bikin, lê belê ji ber ku ev demeke dirêje li bajêr derketin kolanan qedexe ye, nikarin fîlmê xwe tomar bikin û niha ji neçarî xebatên xwe li Sîlopî berdewam dikin.

Ciwanên dil dane sînemageriyê bi hevkariya rêveber, esnaf û niştecîhên navçeyê kurtefilima xwe li Sîlopî û gundên wê amade dikin. Ji bilî rayedaran gelek welatî jî di warê amûr û wesayîtan de alîkariya ciwanan dikin. Derhêner û lîstikvanên fîlmê dibêjin heger alîkariya bo wan tê kirin berdewam bike, dê ew bikaribin fîlmekî dirêjtir tomar bikin.

Derhêner fîlmê Talat Akil derbarê astengiyên ku dibînin de ji K24ê re axivî û got: “Me li vê herêmê kurtefilimek çê kir. Daxwaza me ew e ku, em ji vê kurtefilimê fîlmekî metrajdirêj çê bikin. Me divêt ku rêveberiya heremê ji me re bibe alîkar, piştevaniya me bikin. Ji bo ciwanên me, ji bo miletê me yê vê derê. Daxwaza me ew bû ku em li Şirnaxê çê bikin kurtefilima xwe lê mixabin li Şirnaxê qedexe heye.”

Mijara Kurtefilm jiyana Kurdan ya di heyama axa û xulaman de ye û têkiliyên axa û xulaman tê nirxandin.

Lîstikvanên kurtefilmê dibêjiin digel gelek kêmasî û rêgiriyan wan dest bi filmê xwe kirine û xwestine parçeyekî jiyana rastîn ya Kurdan raxîne li ber çavê nifşên nû.

Lîstikvan Tayîp Ugur jî got: “Bêderfetiyên me gelek bûn. Lê di nava wan şert û mercan de, îro me xwe pêşberî tiştekî êxistiye. Em ji aliyê çand û hunerî xwe bi pêş dixin. Me kurtefilmek pêşkeş kiriye, em dixwazin di vî warî de alikariya ji me bê kirin ku, em hin tiştên xweş û mezin çê bikin.”

Li Bakurê Kurdistanê gelek ciwanên zîrek hene, ku dikarin xebatên gelekî baş li ser sînemayê bikin. Lê belê bi taybetî di warê aborî de derfetên wan nîn e. Herwiha tîma vî kurtefilmî jî dibêje, heger alîkarî ji bo wan bê kirin, dê gelek filmên dirêj li ser bajarên Bakurê Kurdistanê çê bikin, ku ji ber şer û pevçûn û operastonan wêran bûye.