Gola Masiyan li Rihayê

Riha yek ji mezintirîn bajare li bakurê Kurdistanê .
kurdistan24.net

 

K24-Riha

Rihaya bakurê Kurdistanê ji bo tûrîzma baweriyê bajarekî gelekî girîng e. Golamasiyan ya bajêr ji bo geştyaran navenda pêşî ye kuserdanawê bike. Ji bilî geştrayên xwemalî ji Îran, Iraq, başûrê Kurdistanê û welatên Ewropajî gelek tûrîst serdana vêgolê dikin.

Riha yek ji mezintirîn bajare li bakurê Kurdistanê û di warê tûrîzma baweriyê de dirêza yekemin de cih digire.  Li gorî rîvayetan, Hezretî Îbrahîm li vî bajarî ji dayikbûye û ji yana Hezretî Eyyûp, Hezretî Elyas û Hezretî Şuayip jî li Rihayê derbas bûye. Ji lewra di her demsalê de Riharastî eleqeyeke mezin ya geştyaran tê.  Cihê pêşî geştyar berê xwe didin jî "Gola Masiyane". Ji bo geştyaran tê pêşniyaz kirin ku, ber bi êvarî serdana gola masiyan bike. Ji ber ku di nava rojê de germahî gelekî zêde ye.

Derbarê vê yekê welatiyek wiha got:"Riha bi roj pirr germ e. Birastî jî gelekî germ e ku germahî digeje 45-50 pileyan. Êvaran hênike, xweş e. Ez pêşniyaz dikim ku geştyar şev derkevin û bigerin."

Geştyrên serdana gola masiyan dikin, mest dibin û bi ava golê ser çavên xwe dişon ku ligorî baweriya wan ev av aveke bişîfa ye. Herwiha geştyar dibêjin ew bi ser bilind dibin ku bajarekî wisa pîroz heye ku mazûvanî ji gelek pêxemberan kiriye.

Derbarê vê yekê geştyarek wiha axifî:"Ji ber riha bajarên pêxemberan e, hestên mirov yên misilmaniyê derdikeve pêş.  Mirov baweriya xwe xurttir dike. Em kêfxweş dibin ku tên serdana bajarê pêxemberan dikin."

Li gorî rîvayetan, di dema baweriya pûtperestiyê de, Hezretî Îbrahîm put aniye xwarê û şahê wê demê fermana kuştinawî daye. Di wêdemê de êzin li şûna Gola Masiyan hatiye danîn û Hezretî Îbrahîmtê de hatiye bicihkirin. Gava agir berdidin êzingan ku Hezretî Îbrahîm bişewitînin, ewagir dibe av û êzingên di navê de jî dibin masî. Ji lewra ev Gola Masiyan goleke pîroz e li gorî baweriya îslamê.