Aşton Karter giheşte Bexdayê
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê Aşton Karter bi armanca hevdîtinê li gel perpirsên Leşkerî yê welatê xwe û rayedarên Iraqê, bi serdaneke na çaverêkirî giheşte Bexdayê.
Berî demekê nêzîk û piştî du rojan ji kontirolkirina navenda esmanî ya Geyara Wezîrê Bergîriyê ya Amerîkayê Aşton Karter bi armanca hevdîtinê li gel perpirsên Leşkerî yê welatê xwe û rayedarên Iraqê bi serdanekê na çaverêkirî giheşte Bexdayê.
Biryar e, Karter di serdana xwe de hevdîtinê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Xalid Ubeydî re bicive, herwiha dê hevdîtinê ligel Fermandarê Hêza Hevpeymaniya Navdewletî Şo Makfarland pêk bîne.
Li gor rojnameya “Washington Post” Amerîka piştî kontirolkirina navenda Geyara dê êrîşên xwe li djî DAIŞê zêdetir bike.