Rojhilatê Kurdistanê amadehiya mangirtinekê dikin

Li ser daxwaza Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDKÎ) bajarên Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên mangirtinekê dikin, ew jî bo rûbirûbûna siyaseta Komara Îslamî ya Îranê li hemberî gelê Kurd û netewên Îranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDKÎ) bajarên Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên mangirtinekê dikin, ew jî bo rûbirûbûna siyaseta Komara Îslamî ya Îranê li hemberî gelê Kurd û netewên Îranê.

Serkirdeyê PDKÎ Kawa Behramî ji rojnameya “Şerq el-Ewset” re ragihand ku, bi riya rêxistinên hundir û ragihandinê, wan vexwandin arasteyî hemû welatiyên Rojhilatê Kurdistanê kirine, ku roja 13 Tîrmehê mangirtinekê bigirin û di malên xwe de bimînin, ku ew roj jî dikeve roja salvegera şehîdbûna Sekreterê Berê yê PDKÎ Dr. Ebdilrehman Qasimlo, ku di sala 1989an li bajarê Vênnayê li ser destê Îstîxbarata Îranê hate kuştin.

Behramî got jî, “Em hemû awayên xebatê li dijî rêjîma Îranê digirin, bo bidestxistina mafê gelê Kurd yê rewa. Xebata me ne tenê çekdarî ye, lê di heman demê de siyasî ye jî. Di heman demê de ev mangirtin bersivek e li dijî siyasetên terrorist ya Îranê û artêşa Pasdaran derbarê gelê Kurd û netewên din yên Îranê.”

Herwiha serkirdeyekî din yê PDKÎ Xalid Wenoşe ji wê rojnameyê re ragihand,  li Bîranşehr, Sine, Mahabad, Merîwam û Serdeşt bêhtir ji 30 welatiyên Kurd gava vexwandin bi dîwaran ve dixistin, hatine girtin.