Wezîrê Berevaniyê yê Kenedayê giheşte Bexdayê

Biryare Wezîrê Bergiriya Kenedayê ligel Serowezîrê wî welatî Heyder Ebadî re jî bicive.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergiriyê yê Kenedayê Harcît Sacan piştî demeke kurt giheşte Bexdayê paytexta Iraqê û biryare ligel berpirsên Amerîkî û yên Iraqî civînan pêkbîne.

Îro, Wezîrê Bergiriyê yê Kenedayê Harcît Sacan giheşte Bexdayê û hevdîtin li gel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeyîdî re kirin, biryare Wezîrê Bergiriya Kenedayê ligel Serowezîrê wî welatî Heyder Ebadî re jî bicive.

Her iro jî û piştî du rojan ji kontirolkirina navenda esmanî ya Geyara Wezîrê Bergîriyê ya Amerîkayê Aşton Karter bi armanca hevdîtinê li gel perpirsên Leşkerî yê welatê xwe û rayedarên Iraqê bi serdanekê na çaverêkirî giheşte Bexdayê.

Biryar e, Karter di serdana xwe de hevdîtinê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Xalid Ubeydî re bicive, herwiha dê hevdîtinê ligel Fermandarê Hêza Hevpeymaniya Navdewletî Şo Makfarland pêk bîne.

Li gor rojnameya “Washington Post” Amerîka piştî kontirolkirina navenda Geyara dê êrîşên xwe li djî DAIŞê zêdetir bike.