Li Baxdayê teqînek li nav bazarekî keskatiyê rû da

Di encam de 5 kesan canê xwe ji dest da û 20 kesên din jî birîndar bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li navçeya El-Raşdiye ser bi bajarê Bexdayê û li nav bazara keskatî û fêkiyan otombîlek bombekirî teqiya, di encam de 5 kesan canê xwe ji dest da û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor jêderekî ewlekariya Iraqê ragehandî ku, iro, danê sibehê li navçeya El-Raşdiye ser bi bajarê Bexdayê û li nav bazara şînî û fêkiyan otombîlek bombekirî teqiya, di encam de 5 kesan canê xwe ji dest da û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Teqîn di demekê de hat piştî hat ku, berî demekê teqîne li navçeya Kerade li Bexdayê rû dabû, di encam de nêzî 300 kesan canê xwe ji dest dabû, herwiha 200 kesên din jî birîndar bûbû.

Herwiha li nêzîkî bazarê Şelal a gelêrî li devera Şebî Bexda bombeyek çandî teqiyabû, di encam de 6 kes hatin kuştin û 12e din jî birîndar bûn.