Herêma Kurdistanê û Amerîka lihevkirineke serbazî imze kirin
K24-Hewlêr
Biryare di civîna Serokê Herêma Kurdistanê de,Mesûd Barzanî ligel şandeke Amerîkî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê lihevkirineke serbazî derbarê pêşmerge û şerê li dijî DAIŞê imze bikin.
Derbarê wê rêkeftinê peyamnêrê K24ê ragehand ku, di civîna her du aliyan de babeta mûçeyê Hêzên Pêşmere û hemahingiya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê derbarê şerê li dijî DAIŞê de, dê were gotûbêjkirin.
Li gor zanyariyan di wê lihevkirineke de Amerîka dê pabend be, mûçeyê nîvê Hêza Pêşmerge di dema şerê li dijî DAIŞê de dabîn bike.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Aşton Karter di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir.