7 penaberên Rojava di bûyerekî de canê xwe ji dest dan

Li gor peyamnêrê K24ê termê wan penaberan îro bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguheztin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li ser rêya Dihok-Hewlêr di bûyerekî hatinûçûnê de 9 kesan canê xwe ji dest da ku, 7 ji wan penaberên Rojavayê Kurdistanê bûn.

Duh, li ser rêya Dihok-Hewlêr li cem bajarokê Roviya otombîleke barhilgir ku, têde penaberên Rojavayê ji kampa Qoştebe tê de bûn li otombîleke din ket, di encam de 7 penaberên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û du kes welatriyên Başurê Kurdistanê jî.

Li gor peyamnêrê K24ê termê wan penaberan îro bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguheztin.