56 Termên nenas li Silopiyê hatin veşartin

Termê 56 kesên ku di pevçûnên Şirnex, Silopî, Hezex û Cizîrê canê xwe ji dest dane, li goristana Bêkesan ya Silopiyê hatin veşartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Termê 56 kesên ku di pevçûnên Şirnex, Silopî, Hezex û Cizîrê canê xwe ji dest dane, li goristana Bêkesan ya Silopiyê hatin veşartin.

Otopsiya termên 61 kesên ku di dema pevçûnan de canê xwe ji dest dane, li Saziya Tiba Dadwerî ya Silopiyê de bi dawî bû. Di encamê de nasnameya 5 kesan diyar bû û malbatan termên xwe girtin, lê nasnameya 56 kesan diyar nebûn.

Karmendên Şaredariya Silopiyê, di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de li Goristanên Başak û Ofîsê termê 56 kesan veşartin, ku tê îdîakirin endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûn.

Ji terman nîmûneyên DNA'yê hatin girtin û kêlikên gorê bi hejmaran hatin diyarkirin.

Li Şirnex û Cizîr, Silopî û Hezexê, qedexeya derketina derve bi sedan rojan berdewam kir di serî de Şirnex û Cizîr gelek navçe hatin wêrankirin.

Çavkaniyên Serbixwe îdîa dikin ku di pevçûnan de ji hezarê zêdetir sivîlan canê xwe ji dest dane.