Di welatîbûna penaberan de wê cudatî bê kirin an na?

Piştî dayîna welatîbûnê ya bo penaberan kete rojeva Tirkiyê, nîqaşa gelek mijaran jî dest pê kir. Yek jê jî di serdema dayîna welatîbûnê de “gelo wê hikûmet cudatiyê bixe nava penaberan?” Yanî her Kurdê ku ji Rojava hat û li Tirkiyê bi cih bû wek wan penaberên Ereb yên Sûrî dê karibin welatîbûnê wergirin? Bersiva vê pirsê ji aliyê komeleyên penaberan ve hate nirxandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/759f0fc2-a825-4db6-b080-7fc55394a136/PenaberenKurduArebuWelatibunCudati.ism/manifest

K24 – Enqere

Piştî dayîna welatîbûnê ya bo penaberan kete rojeva Tirkiyê, nîqaşa gelek mijaran jî dest pê kir. Yek jê jî di serdema dayîna welatîbûnê de “gelo wê hikûmet cudatiyê bixe nava penaberan?” Yanî her Kurdê ku ji Rojava hat û li Tirkiyê bi cih bû wek wan penaberên Ereb yên Sûrî dê karibin welatîbûnê wergirin? Bersiva vê pirsê ji aliyê komeleyên penaberan ve hate nirxandin.

Di 15ê Adara sala 2011an de piştî şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir û di encama vî şerê tund de bi sed hezaran, bi şûn de jî bi milyonan penaberên Areb koçî Tirkiyê kir. Lê piştî vî şerê navxweyî bi 3 salan yanî di 13ê Îlona 2014an de DAIŞê li hêrêma rojavayê dora Kobaniyê pêça. Di navbeyna 3 mehan de jî, yanî di 2ê Çeleya 2014an de 350 gundê Kobaniyê xiste bin kontrola xwe. Ji wê rojê bi şûnde jî koça Kurdên ji Rojavayê ya ber bi Tirkiyê ve dest pê kir.

Li gorî agahiyên ne fermî zêdetirî 200 hezar Kurd ji Rojavayê Kurdistanê koçî Tirkiyê kirin. Herwiha 35 hezar Êzidiyên ku ji Şengalê ji ber zilma DAIŞê reviyan jî li aliyekî. Ew jî li derveyî piştevaniya hikûmetê man. Kurdên ku hatin û li bajarên curbecur yên Tirkiyê belav bûn, beramberî jiyaneke gelekî zor û zehmet man. Ji bilî dam û dezgehên Kurdan û rêxistinên mafên mirovan ti kesî alîkariya wan ne kir. Heta gelek caran ew Kurdên Rojavayî ji ber deriyê kampa penaberan ya AFADê û Heyva Sor yaTirkiyê bi şûn de hatin vegerandin.

Ev helwest di wan salan de li parlamentoya Tirkiyê jî bû cihê nîqaşan. Heta parlamentera hingî ya HDPê ya Stenbolê Sabat Tuncel li ser vê mijarê pêşniyar pirsekê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê dike û dibêje: “çima li hemberî penaberan cudakirin pêk tê û çima li hemberî penaberên ku ji Rojavayê tên mafên wan yê penaberiyê tê binpêkirin?” Ji hihûmetê tê xwestin ku bersiva vê yekê bê dayîn lê tu bersiv nayê dayîn.

Ev nîqaşa ku wê demê dihate kirin niha jî bi taybetî jî piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya derbarê dayîna mafê welatîbûna Tirkiyê ya bo penaberên Sûriyeyî de, dîsa kete rojevê. Li gorî Serokê Komeleya Rojava Mustafa Ocaklı di warê cudakirinê de ya dayîna welatîbûna Tirkiyê de heta nila li rastî bûyereke bi vî rengî nehatine, lê dibe ku Tirkiye welatiyê nede wan Kurdên ku xwedî nasnameyeke siyasî ne. Di heman demê de Ocakli vê hewla hikûmetê ya derbarê welatîbûnê de ne wek hewleke mirovane dibîne diyar dike ku ev hewl hewleke siyasî ye.

Ocaklı got jî: “Cudatiyê di vegera koçberiyê de jî xwe nîşan da. Ji pêşwazîkirina Ereban, bigirin heta avakirina kombajaran ya ji bo wan û li xwedî derketina wan, li aliyê din jî mêyze dikî bi sed hezaran Kurd dihatin Tirkiyê di pêşwazîkirina wan de jî ew cudakirin hebû.”

Li gorî akademisyen û pisporên penaberan di wê serdemê de jî, niha jî hikûmetê bi tenê piştevaniya wan ew kesên ku xwedî statûyekê ne kiriye. Bi boçûna Nûnerê Rêxistina Efûyê Volkan Gonendag di nava penaberan de ji xwe hevbeşkirin heye, dema ku Lijneya Wezîran bixwaze di warê ol û etnîkî de cudatiyê bike, ji aliyê teknîkî ev yek mümkûn e.

Gonendag dibêje: “Hikûmet dixwaze ku wan penaberên xwedî îmtiyazekê ne wergire welatiya Tirkiyê. Wek endezyar, bijîk û hwd. Ev yek şaş e. Naxwe ew kesên ku di jêr zemînan de dimînin wê çi bikin? Lewre dema di warê nijadî yan jî olî de Lijneya Wezîran ger bixwaze dikare cûdatiyê bike, ev yek ji aliyê teknîkî ve mimkûn e.”

Li gorî nûner û berpirsiyarên komeleyên penaberan heta niha ew Kurdên ku ji Rojava hatine ji sedî 90ê wan vegeriyane welatê xwe. Li gorî daneyên ku radigihînin, dora 20 hezar penaberên Kurd mane ku ew jî li bajarên wek Riha, Diyarbekir, Stenbol û Edenê dijîn.

Li gorî siyasetmedarên Kurd û Tirk wek Selehattîn Demirtaş û parlamenterê CHPê Erdogan Toprak mebesta dewletê ya derbarê welatîbûnê de ew e ku, hem dixwaze erdnîgeriya Kurdan ji aliyê demokrafîk ve bigûherîne û hem jî dixwaze ji xwe re dengdêrên nû peyda bike. Niha li Tirkiyê çavê herkesî li bendeyî derketina wê yaseya welatîbûna penaberan e, bê wê xalan bi çi rengî bihûndirîne.