Rojhilatê Kurdistanê: Riya koçberiyê tê girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îsal li Rojhilatê Kurdistanê rêyên asayî li pêş koçerên ku dixwazin berve zozanên Zagrozê herin bi têl û çemberan hate girtin, koçer jî neçar in bi riyên otombêlan re koçeriya xwe bikin. Ev yek jî dibe sedema mirina bi sedan ji pez û dewaran, di heman demê de jî bûye têkbirina nerît û adetên koçeriyê li Îlam û Loristanê.