Teqînek li Bexda rû da

Di encam de, 2 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

K24-Hewlêr

Li navçeya Amiriye ya ser bi bajarê Bexdayê ve du teqên rû dan, tê de hejmarek kuştî û birîndar ketin.

Li gor zanyariyên destpêkê,  di encama  her du teqînên li navçeya Amiriyê li bakurê Bexda  rû dayîn 2 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve teqînek li nêzîk bazarê car hezar li navçeya Şeib li bakurê rojhilatê Bexdayê rû da, di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kesên din birîndar bûn.