Li Bakurê Kurdistanê genaralek û bi sedan leşker hatin girtin

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê genarelek û bi sedan efser û leşker hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê genarelek û bi sedan efser û leşker hatin desteserkirin.

Li Şirnexê Fermandarê cendermeyan ya Çakirsogutiytê General Gurcan û ligel du Raîdan, sê Neqîban û 309 leşkeran bi tuhmeta beşdarîkirin di plana kodatayê de hatin desteserkirin.

Herwiha li navçeya Meletiyê jî, 39 leşker hatin girtin, ku heta niha operesyona Artêş û polîsan çendîn navçe bo desteserkirina kodatakaran berdewam e, heta niha zêdetir ji yek hezar û 500 kes hatine girtin.