Operesyona desteserkirinê dest pê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeva borî hejmarek ji efserên artêşa Tirkiyê hewla kodetaya leşkerî kirin, lê di encamê de ku rastî têkşikandinê bû, li Tirkiyê operesyonek berfereh dest pê kir.
Di nûtirîn pêhateyan de, desthilatên Tirkiyê 2 hezar û 745 dadwer ji kar hatin dûrxistin, tê çaverêkirin jî ku ew hejmar zêdetir jî bibe.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand ku, heta niha yek hezar û 563 leşker hatine girtin û rûbirûyî dadgehên leşkerî dibin.
Serokerkanê Artêşa Tirkiyê bi wekalet General Umît Dundar ragihand ku, hin ji efserên hêza asmanî û hêza leşkerî yên din ku bi hewla kodatayê didan, çarenivîsa wan dadgekirin û cezayê.
Herwiha Wezîrê Dad yê Tirkiyê Bekir Buzdag ragihand ku, yek hezar û 563 kes hatine girtin. Piştre jî ragihand ku, 200 leşkerên artêşa Tirkiyê ku dest danîbûn ser baregeha Serokatiya Erkanê, xwe radestî kirin.
Herwiha 34 fermandarên artêşa Tirkiyê ji kar hatine dûrxistin, ku 5 ji wan bi pilaye general in.