KCK: Armanca Kodatayê ne zelal e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, hewldana darbeyeke leşkerî, ku hê nasname û armancên wê nediyar in, pêk hatiye û got ku “Balkêş e, di van rojên ku tê gotin Tayyîp Erdogan wê di civîna şûra leşkerî de generalên nêzî xwe li qedemeya fermandariyê bi cih bike, ev hewldan hatiye kirin. Aliyekî din ê vê darbeyê jî ew e, ku di demeke nîqaşên berfireh li ser polîtîkaya derve ya desthilatdariya AKP'ê tê kirin de, pêk hatiye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, hewldana darbeyeke leşkerî, ku hê nasname û armancên wê nediyar in, pêk hatiye û got ku “Balkêş e, di van rojên ku tê gotin Tayyîp Erdogan wê di civîna şûra leşkerî de generalên nêzî xwe li qedemeya fermandariyê bi cih bike, ev hewldan hatiye kirin. Aliyekî din ê vê darbeyê jî ew e, ku di demeke nîqaşên berfireh li ser polîtîkaya derve ya desthilatdariya AKP'ê tê kirin de, pêk hatiye.”

Di daxuyaniya KCKê de hat ku, kîjan hêzên siyasî yên hundir û derve di nav de bila be, ji ber kîjan sedemê ev şerê desthilatdariyê tê meşandin bila bê meşandin, ev rewş ne pirsgirêka parastin an jî neparastina demokrasiyê ye. Berevajî, ev rewş nîşan dide ku li Tirkiyê demokrasî nîne. Cihên ku şerê bi vî rengî yê ji bo bidestxistina desthilatdariyê lê diqewimin, welatên ne demokratîk in. Li welatên bi vî rengî, hêzeke otorîter ji bo têkbirina hêza din a otorîter, di nava şert û mercên guncaw de dikeve nava hewldana darbeyê.”

Di beşeke din a daxuyaniya KCKê de tê got, ku çawa ku dema hêzên demokrasiyê hinekî bi hêz dibin, Kurd hinekî xwe bi rêxistin dikin û dibin xwedî îrade darbe tên kirin, ji ber heman sedemê darbe li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê jî hat kirin. AKP'ê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê têk bibe, bi hemû hêzên faşîst  û beşek ji artêşê ku serokê fermandariya giştî jî di nav de ye, tifaq kir. Berê artêşê da bajar û bajarokên Kurdan, bajar da şewitandin û xerakirin û bi sedan sivîl da qetilkirin. Ji bo artêş ji van sûcên xwe neyê darizandin, qanûn derxist. Ji ber vê yekê rewşenbîran û hêzên demokrasiyê destnîşan kirin, ku desthilatdariya AKP'ê veguheriye desthilatdariyke wesayeta leşkerî qanûnî û rewa kiriye.

Di daxuyaniya KCKê de jî, Beriya hewldana darbeyê ya duh jî rejîmeke wesayeta leşkerî hebû. Lewma ya ku pêk hat, hewldana darbeyê ya beşek leşkeriyê li hemberî beşeke din a leşkeriyê ya niha serdest e. Ji xwe, ji ber vê yekê, derdorên heta niha dixwestin artêş darbeyê bike, vê carê wesayeta leşkerî qebûl kirin û li cem Erdogan cih girtin. MHP û hêzên neteweperest, ji destpêkê ve li cem Gladyoya Qesrê û hevalbendên wê yên faşîst cih girt. Ji vê jî tê fêmkirin ku ya qewimiye, têkoşînek di navbera dijberên demokrasiyê û alîgirên demokrasiyê de nîne.

Li Tirkiyê, ne desthilatdariyeke sivîl heye, ne jî têkoşîneke demokrasiyê ya hêzên demokratîk a li hemberî darbekaran heye. Ji bo rêvebirina sîstema siyasî ya dijminê Kurdan û demokrasiyê, şerê desthilatdariyê heye. Lewma nepêkan e hêzên demokrasiyê li aliyekî vî şerî cih bigirin.