Piştî şikestina kodatayê Ewropa hate deng
K24 – Navneda Nûçeyan
Ji destpêka bûyera kodataya artêşa Tirkiyê ve, bêdengiya civaka navdewletî wek amajeyeke erênî bo kodatakaran dihate dîtin, lê ligel wê Ewropa û hejmarek ji welatên cîhanê helwestên xwe aşkere kirin.
Di karvedanên li hember kodataya Tirkiyê, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand ku, ew welatên din yên Ewropayê piştevaniya desthilata û hikûmeta hilbijartî dikin û alîgirên rewatî û demokratiyê ne.
Şeva borî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di goratekê de amaje bi rewşa Tirkiyê kir û tenê got ku, ew hêviya aramiyê bo Tirkiyê dixwaze.
Di heman demê de, berpirsekî din yê Wezareta Derve yê Amerîkayê bêyî ku navê xwe aşkere bike ragihand ku, heta niha ti aliyek biser neketiye.
Piştî ku îro kodata hate şikestin û bi dsedan leşker hatin desteserkirin û bi sedan dadwer û berpirsên din yê Tirkiyê ji postên xwe hatin dûrxistin, hejmare berpirsên welatên rojava piştevaniyên xwe bo hikûmeta Tirkiyê dupat kirin.