Parlementoya Tirkiyê dest bi rûniştina awarte kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî şikestina kodatayê leşkerî ya li Tirkiyê, niha parlementoya wî welatî civîneke awarte bi beşdariya Serokwezîr, Serokê Dadgeha Bilind û serkirdeyên partiyên siyasî birêve diçe.
Ev rûniştina parlementoyê di demekê de ye, ku şeva borî derdora avahiya parlementoyê hatibû kontrolkirin û hatibû bombebarankirin, herwiha beşek ji avahiya parlementoyê hatiye hilweşandin.
Di destpêka rûniştina parlementoyê de, Serokê Parlementoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman amaje bi şikestina kodatayê kir û ragihand ku, kodatakar dê bêne cezakirin.
Herwiha Kahraman amaje bi helwesta Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş kir û got ku, serkirdeyekî ji wîlayeta Diyarbekirê piştevaniya HDPê bo dezgehên welêt ragihandin û dijî kodatayê helwesta xwe derbirî.