Erdogan 40 dozgeriyên giştî bo lêkolîna kodatayê damezirand

Wezareta Dad ya Tirkiyê, 40 dozgeriyên giştî damezirand, da ku lêkolînan li ser kodetaya ku artêşa Tirkiyê kiriye, bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Dad ya Tirkiyê, 40 dozgeriyên giştî damezirand, da ku lêkolînan li ser kodetaya ku artêşa Tirkiyê kiriye, bikin.

Her di vê çarçoveya ajansa “Anadulu” ya ser bi hikûmetê ve belav kir ku, endamên Encûmena Şûra ya dewlet yên gûman derbarên wan de hene ku alîgirê Fethulah Gûlen bin tên girtin.

Îro desthilaên Tirkiyê bi dehan kesan bi tuhmeta pêwendiya bi kodataya artêşa Tirkiyê girtin û bi sedan jî ji postên xwe hatin dûrxistin.