Li çend Kargehên Berevaniya Artêşa Sûriyê agir û teqîn

Kargehên Berevaniyê yek ji navendên herî giringe di çêkirina alavên leşkerî yê ser bi Artêşa Sûriyê ve.

K24-Navenda nûçeyan

Li kargehên Bereveniya Artêşa Sûriyê li bajarê Helebê agirên gur û teqîn çêbûn.

Derbarê wî agirî de çalakvanên civaka sivîl ragehandin ku, li çend kargehên Berevaniya Artêşa Sûriyê li bajarê Helebê ku, tê de gelek firoke jî hebûn agir pêket û bi sedema agirê gur teqîn hatin bihîstin.

Ji aliyê xwe ve Ajansa Sûrî ya nûçeyan ku, ser bi rejîma Sûriyê ve ye ragehand ku, teqîn û agirên ku, li kargehên Berevaniyê ji ancama pirsgirêkeke teknîkî rûdabûn hatin kontirolkirin. Da zanîn ku, ew nûçeyên behsa teqînan kirî ne rastin û ti bingeha wê nîne.

Kargehên Berevaniyê yek ji navendên herî giringe di çêkirina alavên leşkerî yê ser bi Artêşa Sûriyê ve, herwiha yek ji xalên çêkirina bermîlên teqîner e, yên ku rejîma Sûriyê bi ser navçeyên opozîsyonê topbaran dike.