Hewas Ekîd: Navê “Komara Sûriyê” hat pejirandin

Li ser daxwaza Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) li Stanbol panelek sê rojî bo gotûbêjkirina sîstema federalîzma ku Kurd daxwaza wê dikin, birêve çû.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) li Stanbol panelek sê rojî bo gotûbêjkirina sîstema federalîzma ku Kurd daxwaza wê dikin, birêve çû.  

Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştimmaniya opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de Hewas Ekîd derbarê wê panelê de ji K24ê re ragihand, panela opozîsyona Sûriyê ya sê rojî bidawî bû, armanca ENKSê jî ji panelê çareserkirina pirsa Kurdî di Sûriyê û nêrîna Kurd ji pêşeroja Sûriyê û federalîzmê bû.

Ekîd diyar kir, goftûgo li ser asteke bilind di navbera kesayetiyên siyasî yên hemû pêkhateyên Sûrî û kesên pispor di warê yasa û destûrî de hate kirin, ku gaveke gelekî girîng bû, bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Ekîd amaje kir, ku di hundirê wê panelê de derbarê sitemkariya li ku Kurd bûye de di serdema rêjîmê de lihevkirinek hebû, herwiha gava aramî jî li Sûriyê çê bibe, ew kesên ku ziyan ji wan projeyan dîtine, dê werin qerepokirin.

Ekîd aşkere kir jî, kesên di panelê de beşdar bûne, lihev kirin ku Sûriyê pêşeroj dûrî ramana olî be, ku hemû ol û pêkhateyên di Sûriyê de bi azadî bijîn û navê Sûriyeya pêşeroj dê “Komara Sûriyê” be, herwiha rêkeftin li ser sîstema “Nenevendî” bo birêvebirina Sûriyê hate kirin. Tevî ku zimanê Kurdî dê zimanekî fermî be li deverên Kurdî.