10 fermandarên din yên artêşa Tirkiyê hatin girtin

Di berdewamiya operesyona girtina kesên tevlî hewla Kudetayê Leşkerî ya 15 Tîrmehê bûne de, 10 fermandarên din yên pilebilind yên artêşa Tirkiyê hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di berdewamiya operesyona girtina kesên tevlî hewla Kudetayê Leşkerî ya 15 Tîrmehê bûne de, 10 fermandarên din yên pilebilind yên artêşa Tirkiyê hatin girtin.

Li Tirkiyê operesyona girtina kesên tevlî hewla Kudetayê Leşkerî ya 15 Tîrmehê bûne de berdewam e, 10 fermandarên din yên leşkerî hatin girtin. Di nava wan girtiyan de Fermandarê Perwerdeya Esmanî Lîwan Ahmed Coral, Fermandarê Gihandin û Perwerdeyê Mustefa Îlter, Fermandarê Navendî ya Perwerde û Bikaranîna Leşkerî Emîd Osman Nadir, Fermandarê Deryayî Emîd Suleyman Manke û Emîd Erdal Ergon û fermandarên dibistana deryayî jî hene.

Herwiha duh, hejmara efserên ku hatine girtin 42 kes bûn û digel van fermandaran hejmara wan gihêşte 52 efseran, tê pêşbînîkirin jî ku hejmara girtiyan hîn zêde bibe.

Duh, Wezîrê Dad yê Tirkiyê Bekir Bozdag hejmara giştî ya girtiyan aşkere kiribû, ku gihêştiye 6 hezar kesî.