Tirkiyê 8 hezar polîs ji kar dûrxist

Di 15ê vê mehê hewla kodetayekî li Tirkiyê hate kirin, li piştî Serokomarê wî welatî bang li xelkê kir ku, dakevin cadeyan ew kodeta têkçû û bi ser ne ket.

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsekî ewlehiya Tirkiyê ragehand ku, 8 hezar polîsên wî welatî li tevahiya welêt di nav de bajarê Stenbol û Enqerê ji karê xwe hatine dûrxistin.

Derbarê vê yekê berpirsekî bilind yê ewlehiya Tirkiyê ji ajansa Reutersê re ragehandibû ku, bi sedema pêwendiyên wan bi kodetaya têkçûyî  8 hezar polîs li seranserî Tirkiyê di nav de jî bajarê Stenbol û Enqerê ji kar hatin dûrxistin.

Duh, Wezîrê Dad yê Tirkiyê ragehandibû ku, ji destpêka têkçûna kodetayê ve 6 hezar kes û 42 ceneral hatine girtin.

Ji aliyê xwe rêxistinê mafên Mirovan metirsiya xwe nîşan didin  ku, li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan were kirin derbarê wan kesan de.

Di 15ê vê mehê hewla kodetayekî li Tirkiyê hate kirin, li piştî Serokomarê wî welatî bang li xelkê kir ku, dakevin cadeyan ew kodeta têkçû û bi ser ne ket.