Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotinên Mihsin Rezayî red dike

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, daxuyaniya Sekreterê Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Îranê Mihsin rezayî red dike û bi daxuyaniyekê bersiva gotinên Rezayî dide û bê bingeh binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, daxuyaniya Sekreterê Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Îranê Mihsin rezayî red dike û bi daxuyaniyekê bersiva gotinên Rezayî dide û bê bingeh binav dike.

Sekreterê Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Îranê Mihsin rezayî, duh di hevdîtineke televisyonî de maje bi bi wê yekê kiribû, ku Siûdiye alîkariya partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike û li Hewlêrê du partiyên Rojhilatê Kurdistanê çalak dike û navendên leşkerî li nêzîk sînorê Îranê ava kiriye, heger ew her berdewam bin û hikûmeta Herêma Kurdistanê rêgiriyê li wê yekê neke, ew operesyonên leşkerî encam didin û vê yekê ji Serok Barzanî dizanin.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ku, ew zanyariyên Mihsin Rezayî derbarê bûyerên li sînorên Îranê şaş in û ti bingeheke wê yekê tune ye.

Herwiha daxuyniyê amaje kir jî, komîteyeke hevbeş ya ewlehiyê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de heye, her girft û pirsgirêkek hebe, di wê komîteyê de tê behskirin û çareserkirin. Heger yek belgeyek li ser rastiya gotinên Rizayî hebe, divê vegere komîteya hevbeş ya ewlehiyê.

Herwiha hat di daxuyaniyê de hat jî, ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ewlehî û aramiya Îranê girîng e, bi ewlehiya Îranê re ewlehiya navçeyê tê parastin, ligel wê jî her aliyek divê bi xwe jî karibe sedema pirsgirêkan bibîne û kar bo çareserkirinê bike.