Suleymanî çapekê ji rêkeftina Hewlêr û Washingtonê ji Ebadî dixwaze

Femandarê Feyleq El-Qudis ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî daxwaza çapekê ji rêkeftina leşkerî ya di navbera Hewlêr û Washingtonê ji Serokwezîrê Iraqê dike, herwiha daxwaze jî hûrgilên wê rêkeftinê jî bizanibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Femandarê Feyleq El-Qudis ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî daxwaza çapekê ji rêkeftina leşkerî ya di navbera Hewlêr û Washingtonê ji Serokwezîrê Iraqê dike, herwiha daxwaze jî hûrgilên wê rêkeftinê jî bizanibe.

Jêderekî Iraqî ji rojnameya “Ukaz” ya Siûdiyê re ragihand ku, Femandarê Feyleq Qudis ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ji rêkeftina leşkerî ya di navbera Hewlêr û Washingtonê de nîgeran e, bow ê mebestê jî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwast ku hûrgilên wê rêkeftinê zanibe, herwiha Bexda jî li dijî wê rêkeftinê derkeve, ji ber ku rewşeke taybet ya leşkerî li herêmê çê dike.

 

Wî jêderî ragihand jî, bo mebestê Ebadî ji hevpeymaniya Kurdistanê di Parlementoya Iraqê de xwastiye ku, çapeke wê rêkeftinê bidest bixe. Herwiha peyamek jî arasteyî Serkirdeyatiya Herêma Kurdistanê kiriye ku, Bexda bi her awayekî dijî avakirina navendên Amerîkî li Herêma Kurdistanê ye.

 

Her di wê derbarê de, endamekê Parlementoya Iraqê di Hevpeymaniya Kurdistanê Şaxewan Ebdulah de ragihandiye ku, di rêkeftina leşkerî ti xalek tê de tune ye ku, amaje bi avakirina navendên leşkerî yên Amerîkî li Herêma Kurdistanê bike, rêkeftin derbarê pêdana mûçeya Pêşmerge di dema şerê DAIŞê de ye.

Ebdulah amaje bi wê yekê kir jî, bingeha rêkeftinê pabendiya bi pirçekirina hêza Pêşmerge û hevkarî û piştevaniya lojistîk ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye.

Herwiha Ebdulah red kir ku, ew nûçeya avakirina Amerîka ji 5 navendên leşkerî li Herêma Kurdistanê rast bin. Ebdulah di warê got jî: “Di rêkeftinê de ti xalenê bi vî awayî tune ne.”