Dermirtaş destpêxeriyeke çaksaziyê pêşkêş dike

Demirtaş da zanîn ku, ew hêza rizgariyê eniya demokrasiyê ye ger AKP ji vê yekê encameke bi vi rengî dernexe wê firsendeke giring ji ber destê wê biçe.

K24-Enqerê

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatîn Demîrtaş li Navenda HDPê piştî hevpar ya Lijneya Rêveberiyê ya Navendî û koma Parlamentoyê derbarê hewla darbeya leşkerî de daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Demirtaş di daxuyaniya xwe de ev hewla darbeyê careke din şermezar kir û got ji daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim diyar e ev hewla darbeya leşkerî bi temamî ketiye bin kontrolê, lê Tirkiye ne cara pêşiyê ku bi rûdanên bi vî rengî re rû bi û dimîne. Herwiha Demirtaş li hemberî spasdariya Yildirim ya bo partiyên siyasî jî diyar kir ku ew spasiya Serokwezîr dikin.

Demirtaş piştî ku encamnameya civîna partiya xwe ragihand diyar kir ku, pêwîst e ew xeletiyên ku hatine kirin baş bêne analîzkirin. Bingeha 15ê Tirmehê, darbeya 7ê Hezîranê ava kir. Vîna parlamentoyê hate desteserkirin. Ji 7ê Hezîranê wê de pêl bi pêl bingeha vê darbeya leşkerî hate xurtkirin. Piştî darbeya sivîl ya 7ê Hezîranê, pêşî li darbeya 15ê Tirmehê hate vekirin. Ger wê demê hikûmet bi hevkariya koalîsyonekê tevbigeriyane û dawî li prosesa çareseriyê nehatana îro ev hewla darbeyê pêk nedihat.

Demirtaş di heman demê de ragihand ku, li nava welêt jî rexgiriya şerê tund nehatana kirin û erkê leşkeriyê jî di çarçoveya şer de nehatana zêde kirin, dest ji polîtîkayên şaş ên derve bihata kişandin, hewla darbeyeke leşkerî pêk nedihat.

Demirtaş da zanîn ku, ew hêza rizgariyê eniya demokrasiyê ye ger AKP ji vê yekê encameke bi vi rengî dernexe wê firsendeke giring ji ber destê wê biçe.

Demirtaş pakêteke çareseriyê ku ji 9 xalan pêk tê pêşiniyar kir û got ne mimkun e ku ew nîqaşên derbarê jinûve anîna yaseya dardekirinê bipejrînin. Ev mijar dê di warê rewşa Ocalan de rê li ber rageşiyên nû veke. Ev mijar mijareke xesas e. Hewlên me yên di asta Wezareta Dadê de jî her berdewam in.