Rojhilat: Bi tuhmeta alîkariya Pêşmergeyan du bira hatine girtin

Du bira ji xelkên gundê Qereseqelê yê ser bi bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ve, bi tuhmetên alîkarîkirina bi Pêşmerge re ji aliyê hêza Îtîlaet ya Îranî ve hatin girtin, niha jî di bin îşkenceyê de rewşa wan ya tenduristî ne baş in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro malpera “Rojî Kurd” belav kir ku, du bira bi navên Celal û Kemal Muradî li gundê Qereseqelê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îtîlarta Îranê ve hatin destserkirin, çend roj in jî di bin îşkenceyê de ne.

Ew du bira bi tuhmeta ku di şerê û pevçûnên di nabera Pêşmergeyê Rojhilatê Kurdistanê û Pasdarên Îranê de aliyariya Pêşmergeyan kirine, hatine girtin.

Wê malperê amaje bi yekê kiriye ku, ji ber îşkence û lêdanê rewşa wan herdu birayan ya tenduristî ne cîgir in, herwiha eger heye ku Kemal canê xwe jidest bide.