Bi vîdo Teqîna li Bexdayê çêbû bibîne

Kuştî û birîndar hene.

K24-Bexda

Teqînek li deriyê navçeya Xalis ku dikeve bakurê Bexdayê bi rêya otombîlekî bombekirî çêbû, di encam de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê li Bexda ragehand ku teqîneke bihêz li deriyê navçeya Xalis ku piraniya nişteciyên wê  Şîe mezhebin çêbû, li gor peyamnên K24ê heta niha hejmara kuştî û birîndara nehatiye zanîn.

ji aliyê xwe ajansa Anadolê ragehand ku di encama teqêna navçeya Xalis 10 kes hatine kuştin û 25ê kes birîndarbûne