Demîrtaş: Erdogan cudahiyê dike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûna xwe derbarê civîna Serokomarê Tikiyê bi her sê partiyên din yên Parlementoya Tirkiyê re, nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûna xwe derbarê civîna Serokomarê Tikiyê bi her sê partiyên din yên Parlementoya Tirkiyê re, nîşan da.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê îro demjimêr 14:00an de ligel Serokê AK-Partiyê Bînalî Yildirim, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçelî li Koşka Serokomariyê hevdîtinêkê pêk bîne.

Hevserokê HDPê Selahtîn Demîrtaş nîgeraniya xwe derbarê vê hevdîtinê derbirî û civîna Erdogan bi her sê partiyên din re, bi ne aqilane binav kir û ragihand ku, mixabin heta niha dema rekaberayetî tune ye.

Demîrtaş got ku, piştî kudetya leşkerî berdewambûna siyaseta cudakirin û dûrxistina HDPê ji siyasetê karekî bê aqlane ye. Herwiha nîşana wê yekê dide ku heta niha encamên kudetayê wek pêwîst wernegirtiye. HPDê kilîta demokrasiya Tirkiyê, xwedî 6 milyon deng û sêyemîn partiya mezin ya parlementoyê ye.

Demîrtaş diyar kir, her ew têgihêştina kudetakaran e, ku pirsa Kurd ji leşker û artêşê re vedigerînin, ku niha careke din HDPê dûr dixin û wek ku tune ye danûstandinê dikin.