Barzanî: Serxwebûn mafê gelê Kurd e

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi nîgeraniya piştî qonaxa rizgarkirina mûsilê dike û ragihand, pêwîst e berpirsên Bexda bizanin ku DAIŞ ji nava civaka Iraqê derketiye û ji ti cihekî din nehatiye.

K24 – Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi nîgeraniya piştî qonaxa rizgarkirina mûsilê dike û ragihand, pêwîst e berpirsên Bexda bizanin ku DAIŞ ji nava civaka Iraqê derketiye û ji ti cihekî din nehatiye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê ligel “Dengê Amerîka” beşê Farisê de ragihand ku, şikestina DAIŞê tenê bi riyên leşkerî pêk naye, lê pêwîstî bi girtina riyên siyasî jî heye.

Barzanî got ku, piştî rizgarkirina Mûsilê, êdî ti xakek bi destê DAIŞê de namîne, lê tenê wek rêxistineke terrorist dimîne. DAIŞê wê demê dê bi riyên şanên veşartî şêweya şer diguhêre.

Derbarê operesyona rizgarkirina Mûsilê de, Barzanî got, du pirsgirêk li pêş wê operesyonê hene, ku operesyon hîn di qonaxa plandananê de ye, artêşa Iraqê jî piştî operesyona Felûcayê diviybû amadekareke baş bo operesyona Mûsilê kiriba, lê ewê ku niha dibe, ne wek tê xwastin e.

Barzanî diyar kir, ku pisgirêkeke din piştî operesyona Mûsil heye, ku divê plana birêvebirina bajarê Mûsilê piştî rizgarkirinê hebe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdariya hêza Pêşmerge di operesyona rizgarkirina Mûsilê de girîng nirxand, ku hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybetî hêzên Amerîka heye. Herêma Kurdistanê bo beşdarîkirina di operesyona rizgarkirina Mûsilê de rêkeftina wê ligel Amerêkayê heye û Bexda jî bi wê yekê agahdar kirine.

Derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî Barzanî got ku, serxwebûn mafekî gelê Kurd e û mafê diyarkirina çarenivîsa xwe, yek ji armancên gelê Kurd e. Pêwîst e piştî şerê DAIŞê sînorên me ku bi xwînê hatine rizgarkirin, bên diyarkirin. Piştî şer li gel Iraqê bimînin an jî bibin herêmak konfederal, dîsa jî divê sînorên xwe bizanin û diyar bikin.