Garver: Ji 5 ta 10 hezar çekdarên DAIŞê li Mûslê ne

Berdevkê hevpeymaniya Navdewtî pêşbîn dike ku, ji 5 ta 10 hezar çekdarên DAIŞê li Mûslê hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê hevpeymaniya Navdewtî pêşbîn dike ku, ji 5 ta 10 hezar çekdarên DAIŞê li Mûslê hebe.

Berdevkê hevpeymaniya Navdewtî ya li dijî DAIŞê Christopher Garver ragihand ku, li gor zanyariyan ji 5 ta 10 hezar çekdarên DAIŞê li Mûsilê hene.

Garver ragihand, şerê kontrolkirina Mûsilê dibe sedema koçberiya hejmareke mezin ji xelkê sivîl, tê çaverêkirin ku ji 500 hezar ta milyonek kes ji mûsilê derkevin. Ji ber wê yekê armanca sereke ya Heveymaniya Navdewletî ew e ku, jiyana xelkê sivîl di wê operesyonê de biparêze.

 Berdevkê hevpeymaniya Navdewtî ya li dijî DAIŞê Christopher Garver amaje bi amadekariyên operesyona kontrolkirina Mûsilê kir û got ku, amadekariyên bo wê operesyonê berdewam in, gelek welatên di Hevpeymaniya Navdewletî endam in beşdar dibin û amadehiya roleke mezin dikin.