Yildirim:HDPê di xebata çêkirina destûreke nû de cih digre

Armanca wan ew e ku destûreke nû nûnertiya hemû welatiyên Tirkiyê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragehand ku di pêvajoya çêkirina destûra bingehîn a nû de dê Partiya Demokratîk a Gelan HDPjî cih bigre.

Yildirim duh, piştî lijneya wezîran daxûyanî da çapemeniyê û diyar kir ku piştî hevdîtina Serokomar Erdogan a ligel Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê çêkirina makezagonek nû de lihevkirinek çêbûye. Armanca wan ew e ku destûreke nû nûnertiya hemû welatiyên Tirkiyê bike.

Yeldirim eşkere kir ku dê HDP jî di xebata pêvajoya çêkirina destûra bingehîn a nû de cih bigre. Wan ti sînor û ji ti kesî re daneniye. Dê agahiyên berfireh demên pêş de werin belav kirin.

Pêvajoya çêkirina destûra nû di 16ê Sibata borî de li ser AK-Partiyê ya derbarê anîna sîstema seroktiyê hatibû rawestandin.