“Bi ragihandina rewşa awarte pêşiya derbekaran nayê girtin”
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê dibêje: “Bi ragihandina rewşa awarte, pêşiya derbekaran nayê girtin. Bilindkirina asta demokrasî bo derbekaran bergîriya herî mezin e.”
Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş li Parlementoya Tirkiyê di civîna koma partiyê xwe de got: "Ragehandina rewşa awarte çewtiyeke mezin e. Divê di nava hiqûqê de demokrasiyê pêşketî bê bicihkirin. Bi vê em dikarin dijî derbeyan rawestin.
Bi rewşa awarte, erk ji parlamentoyê tê girtin û radestê yek kesê tên kirin. Ji xwe hewesdarên vê jî gelek in.”
Demîrtaş got jî: “Em temaşeyê dîmenên êşkenceyê dikin. Hemberê kê were bikaranîn jî, îşkence tawanê hember mirovahî ye. Herwiha îfadeyên bi êşkenceyê di hiqûqê nayên qebûlkirin û dibe sedem ku, di demên pêş de ev derbekar serbest bên berdan.”
Herwiha Demîrtaş di berdewamiya xwe de got: “Hê aliyê siyasî yê derbeyê diyar nebûye. Bawer dikim, ji nav AK Partî jî gelek kes beşdar bûne, qet nebe bêdeng mane. Bi derketina derveyî hiqûq hun nikarin dijî neheqiyan derkevin.”